Fermandariya Pêsmergeyên Zêrevanî bersiva belgeya sexte ya 'serê PKKê' da: Em ser û binê wê red dikin...
PeyamaKurd - Fermandariya Pêşmergeyên Zêrevaniyê ya Kurdistanê, li ser belgeyên sexte û nûçeyên derew ên ji aliyê medyayên nêzîkî Îranê û PKKê ve hatine belavkirin daxuyaniyek belav kir.
Fermandariya Pêşmergeyên Zêrevanî radigihand: “Belavbûna wê nûçeya ku qaşo biryar ji bo hêzên girêdayî Zêrevaniyê hatiye dayîn ku şerê çekdarên PKKê bikin ji rastiyê dûr e” û naveroka nûçeya sexte hate redkirin.
Fermandariya Pêşmergeyên Zêrevaniyê da xuyakirin: “Li ser torên civakî nûçe û nivîsareke ji rastiyê dûr hatiye belavkirin, ku qaşo biryar ji bo hêzên girêdayî fermandeya me hatiye dan ku berhingarî çekdarên PKKyê bibin. Em li vê derê ji raya giştî re radigihînin ku ev nivîsar sexte ye û em ser û binên wê nûçeyê jî red dikin”.
Fermandariya Zêrevanî diyar kir: “Wekî Fermandeya Pêşmergeyên Zêrevaniyê, em wisa difikirin ku belavkirina wê nûçeya sexte di vê demê de di çarçoveya wê helmetê de ye ku ev çend roj in piştî moşekbarankirina Hewlêrê ji aliyê nehezan ve dest pê hatiye kirin”.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin