Ji Artêsa Lîbyayê bersiva Pêsmergeyên Roj

15 April 2020 13:54 0 dîtin
Ji Artêsa Lîbyayê bersiva Pêsmergeyên Roj

PeyamaKurd – Artêşa Lîbyayê li ser îdiayên medya nêzîkî PKKê ku amaje kiribû ku li Lîbyayê Pêşmergeyên Roj hene û yek ji wan hatiye girtin, daxuyaniyek da.

Berdevkê Artêşa Netewî ya Lîbyayê Ahmed el-Mismari, li ser îdiayên medya nêzîkî PKKê, ku amaje kiribû ku li Lîbyayê Pêşmergeyên Roj hene û yek ji wan hatiye girtin daxuyaniyek da û got ew îdia ne rast e ango li Lîbyayê Pêşmergeyên Roj nehatine girtin.

Berdevkê Artêşê Ahmed el-Mismari, li ser hesabê xwe yê medya civakî ragihand ku belgeya derbarê vê yekê de nerast e û sexte ye. Artêşa Lîbyayê teqez kir ku daxuyaniyeke wan a bi vî rengî tune ye û belgeyên htine belavkirin sexte ne.

Fermandariya Pêşmergeyên Roj jî bi daxuyaniyeke teqez kiribû ku tu hêzên wan ên leşkerî li Lîbyayê tune ne.

Di daxuyaniyê de herwiha hatibû destnîşankirin ku ew kesê hatiye girtin ne Pêşmergeyek e.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku ev îdia ji aliyê medya nêzîkî PKKê ve hatibû belavkirin.


Ji Pêşmergeyên Roj daxuyaniya Libyayê: Em şermezar dikin!

Fermandarekî Pêşmerge: Tenê bi vegera Pêşmerge rewş aram dibe