Elî Xameneyî: Wê artêsa me bersiva hemû êrîsên dijminan bide!
PeyamaKurd – Rêberê Îslamî yê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xameneyî diyar kir ku wê Artêşa Îranê bersiva hemû êrîşên dijminan bide.
Elî Xameneyî piştî 4 salan îro di xutbeyê de gotarek pêşkêş kir.
Elî Xameneyî di gotara xwe de li ser aloziyên li Rojhilata Navîn şerê Lubnan û Îsraîlê êrîşa mûşekî ya Îranê ya li hemberî Îsraîlê axivî.
Elî Xameneyî diyar kir ku Artêşa Îranê wê bersiva hemû êrîşên dijminên Îranê bide. Wî derbarê êrîşa li dijî Îsraîlê de weha got:
“Çalakiya hêzên me yên çekdar cezayê me yê herî sivik bû ku me li dijî rejîma siyonîst a dagîrker da, ev bersiva me ya herî sivik bû.”
Li gorî medyaya Îranê girseyeke mezin li dor mizgeftê kom bûye û Xameneyî piştî çar salan cara ewil e ku xutbeyê dide xelkê Îranê.
Xameneyî di xutbeya xwe de diyar kiriye ku piraniya axaftinên wî dê li ser Filistîn û Lubnanê bin. Di beşa yekem ya xutbeya xwe de bangî cihana Îslamê kir û got:
“Dijminê gelê Îranê di heman demê de dijminê gelê Filistînê, gelê Lubnanê, gelê Îraqê û dijminê gelê Misirê, Sûriye û Yemenê ye jî. Heqê gelê Filistînê ye ku li dijî dijmin serî hilde. Hiqûqa navneteweyî îro piştgiriyê dide wê serhildanê. Mafê tu dadgeh, navend û saziyeke navneteweyî tune ye ku gele Filîstînê neparêze.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin