Berdevkê fermandariya Iraqê bersiva Îranê da: “Kes nikare ewlehiya me tehdîd bike”
PeyamaKurd – Berdevkê Fermandariya Operasyonên Hevpar yê Iraqê tumgeneral Tahsîn Hafecî bertekê nîşanî gotinên fermandarê Îranî Muhammed Pakpûr da ku gotinên tehdîdkar ji bo Herêma Kurdistanê serfkiribû, û got:
“ Iraq welatekî bi pêkhateye. Em îznê nadin ti kesî ku ewlehî û aştiya Iraqê tehdîd bike.”
Berdevkê Fermandariya Operasyonên Hevpar yê Iraqê tumgeneralê pîlot Tahsîn Hafecî di Rûdawê de bû mêvanê bernama zindî û bertekê nîşanî fermandarê hêzên bejayiyê yê artêşa Îranê Muhmmed Pakpûr da. Hafecî weha dewam kir:
“Di vê mijarê de, di rêya hukumet û wezareta karên derve de, bi hevdîtin û bi civînan mijar çareser dibe. Eger di mijarê de fikreka cuda an nelihevkirinekî hebe, mijara bikaranîna sîlihan ya li hemberê Iraqê hatiye redkirin. Bi taybetî di welatekî hukumran de. Wê ji bo çareseriya vê mijarê hukumet, fermandariya giştî ya artêşê, bi rêya wezareta karên derve ji bo çareser bibe, em ê hewlên xwe dewam bikin.”
Pêşkêşvanê Rûdawê Hawraz Gulpî li ser mijara bêdengmayîna hukumeta Iraqê li hemberê bombebaranên Tirkiyê, Hafecî weha got:
“Ez ê hewl bidim ku bi awayekî leşkerî ji aliyê tehdîd û operasyonan de bersivê bidim. Mijara Tirkiyê û Iraqê bi temamî mijareka siyasiye. Em bi rêya wezareta karên derve û hukumeta Iraqê xwediyên têkiliyane. Mi bi rêya diyalogê hevdîtinan kir û em li gor fermanên siyasî weka leşker tevidgerin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin