Iraqê bersiva Balyozê Îranê da: Xaka Iraqê xeta sor e!

27 September 2019 19:27 0 dîtin
Iraqê bersiva Balyozê Îranê da: Xaka Iraqê xeta sor e!

PeyamaKurd - Wezareta Berevaniya Iraqê bi tundî bersiva Balyozê Îranê li Bexdayê da ku gotibû, ew dê êrîşê hêzên Amerîkî yên li Iraqê bikin. Wezareta Berevaniyê Iraqê got, "xaka Iraqê xeta sor e!"

Sefîrê Îranê li Bexdayê, Îrec Mescidî do gotibû, 'eger Amerîka êrişî Îranê bike ewê jî êrişî hêzên Amerîkî yên li Iraqê bikin.'

Berdevkê Wezareta Berevaniya Iraqê Tehsîn El Xefacî, bi tundî nerazîbûn nîşanî daxuyaniyên sefîrê Îranê da û got ku ew rê nadin Iraq bibe meydana şerê Amerîka û Îranê.

Berdevkê Wezareta Berevaniya Iraqê da xuyakirin ku ew rê nadin ti hêz û welatek xaka Iraqê li dijî welatekî din bikar bîne û ji ber wê jî xaka Iraqê xeta sor e.