Wezareta Derve ya Iraqê bang li balyozê Îranê kir û protestoya nivîskî dayê
PeyamaKurd – Berdevkê Wezareta Derve ya Iraqê Ahmed Sahhaf bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku wan ji ber êrîşa bi moşekên balîstîk a ser Hewlêrê, bang li Balyozê Îranê yê Bexdayê Îrec Mescîdî kiriye û protestoya nivîskî dayê.
Ahmed Sahhaf di daxuyaniye nivîskî de gotiye, di protestoyê de nerazîbûna Iraqê bo êrîşa ser Hewlêrê hatiye nîşandan ku bi wê êrîşê ewlekarî û aramiya Iraq û Herêma Kurdistanê hatiye armanckirin.
Hêjayî gotinê ye, îro 13ê Adarê Encûmena Wezîran a Asayîşa Iraqê bi seroktiya Mistefa Kazimî civîneke awarte li dar xist û piştî civînê hat ragihandin ku ji Îranê daxuyaniyeke zelal derbarê êrîşa ser Hewlêrê de hatiye xwestin.
Supaya Pasdaran a Îranê bi daxuyaniyekê êrîşa şeva borî ya ser Hewlêrê li xwe girt û îdia kir, wan navendeke stratejîk a Îsraîlê bi moşekên balîstîk hedef girtiye, lê derketiye holê ku êrîş li ser cihên sivîl hatiye kirin û avahiya Kurdistan24ê ziyaneke mezin dîtiye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin