Îdîanameya êrîsa ser edliya Îstenbolê temam bû: Ji 19 kesan re 15 sal ceza dixwazin

03 August 2024 18:51 0 dîtin
Îdîanameya êrîsa ser edliya Îstenbolê temam bû: Ji 19 kesan re 15 sal ceza dixwazin

PeyamaKurd – Di 6ê Sibatê de grûba bi navê DHKP/C êrîşê biribû ser edliya Îstenbolê ya Çağlayanê û lêpirsîn û amadekirina îdanameyê hêj nûh temam bû. Lêpirsîn ji aliyê serdozgerê Îstenbolê de dihat kirin.

Li gor îdîanameyê; serdozgerî ji bo 19 kesan her yek 15 sal cezayê zîndanê dixwaze. Di îdîanamê de endamên DHKP/C Emrah Yayla û Pınar Birkoç dema xwe nêzî deriyê edliya Çağlayanê dikin, polîs dixwaze kontrola nasname û ser wan bike, Pınar Birçok gaza îsotê reşandiye rûyê polîsên wezîfedar û Emrah Yayla jî bi çekê li lingê polîs xistiye û polîs birîndar kiriye.

Her dû kes, di wexta reviyan, guleya yekî ji wan li hemwelatiya bi navê Dilfiraz Karataş ketiye û Karataş li nexweşxanê can daye.

Her dû endamên DHKP/C yê, ber bi ciyê nobeta polîsan ya noqta Cyê de çûne û ji kûlûba polîs, li wan xistine û her dû jî can dane.

Doz, li Îstenbolê li dadgeha cezayê giran ya 26em hatiye qebûlkirin û wê darizandina wan di 31ê Cotmehê de destpêbike.