Fînlandiya: Operasyona Tirkiyê berteka li hemberê êrîsa terorî ya Îstenbolê ye

30 November 2022 01:27 0 dîtin
Fînlandiya: Operasyona Tirkiyê berteka li hemberê êrîsa terorî ya Îstenbolê ye

PeyamaKurd – Demeke ku Fînlandiya seredana NATO yê kiriye da bibe endamê wê lê Tirkiye ji bo Fînlandiya bi taybetî ji bo Îsweçê şertên giran daye pêş û heya wan sozan neynin cîh wê Tirkiyê endamtiya wan her dû dewletan ji bo NATO yê qebûl neke. Serokkomarê Fînlandiyayê Sauli Niinistö, tevlî tetbîqatekî leşkerî bû û li ser mijarên bûyera terorî ya li Îstenbolê û operasyona bejayiyê ya Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê got:

“Oprasyona ku Tirkiye dixwaze bike ser Rojava berteke li hemberê teqîna terorîstî ya li Îstenbolê. Temamê bûyerên ku mirov tê de jiyana xwe ji dest bide, mirov xemgîn dike. Tevgerên Tirkiyê jî di nav wan de ne. Tirkiye biryara operasyonê piştî bûyera li Cadda Îstîqlalê da. Her bûyera kuştinê ne xweşe. Pêvajoya tevlîbûn a NATO yê ya Fînlandiyayê ket ber bandora pêvajoya hilbijartina li Tirkiyê.”

Li aliyê dinê îro li Bukreşê civîna wezîrên karên derve yên NATO yê hebû û li wê derê wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mevlüt Çavuşoğlu, wezîrê karên derve yê Îsweçê Tobias Billström û wezîra karên derve yê Fînlandiyayê  Pekka Haavisto li wê derê civînekî kirin. Di civînê de li ser peyaman sêqolî ya di navbera her sê dewletan de ku tê den şertên Tirkiyê hebûn, li ser wê axifîn.