Ji ber êrîsa ser edliya Îstenbolê daxwaza zîndanîkirina 48 kesan tê xwestin

09 February 2024 22:40 0 dîtin
Ji ber êrîsa ser edliya Îstenbolê daxwaza zîndanîkirina 48 kesan tê xwestin

PeyamaKurd – Li ser êrîşa ser edliya Îstenbolê hêzên asayîşê heya niha 96 kesan xistibû bin çav û dozgerên dawê ji bo 48 kesan zîndanîkirin, ji bo 48 kesan jî daxwaza berdana bi şertê kontrola edlî hat kirin. Gumanbar niha li dadgeriya sulh cezayê ne.

Lêpirsîn û operasyon li ser du kesên endamên DHKP/C ê yên bi navên Emrah Yayla û Pınar Birkoç ku xwestin li ber Edliya Çağlayan a Îstenbolê êrîşê ser noqta polîsan bikin û biserneketin, hat destpêkirin. Lêpirsîna bûyerê ji aliyê 35 dozger û hêzên asayîşê de hat kirin.

Hat ragihandin ku niha gumanbar bende ne ku dadger dest bi girtina îfdadên wan bike.

Di vê bûyera 6ê Sibatê de, her dû endamên DHKP/Cê û Dilfiraz Karataş ku ne di nava bûyerê de bû jiyana xwe ji dest dabûn, û 3 ji wan polîs 6 kes birîndar bûbûn.