Fraksiyonên Kurdistanê ji bo rawestandina êrîsan daxwaza sîstemên parastina asmanî kirin

21 November 2022 20:01 0 dîtin
Fraksiyonên Kurdistanê ji bo rawestandina êrîsan daxwaza sîstemên parastina asmanî kirin

PeyamaKurd - Fraksiyonên Kurdistanê yên li Parlamentoya Iraqê, ji bo êrîşên ji Tirkiye û Îranê bi ser Herêma Kurdistanê û Iraqê de têne kirin, daxwaz kirin ew êrîş rawestin û ji hêzên hevpeyman ên navdewletî jî daxwaz kirin, ji bo parastina ji êrîşan sîstemên parastina asmanî werin danîn.

Fraksiyonên Kurdistanê yên li Parlamentoya Iraqê li ser êrîşên moşekî yên îro 21ê Mijdarê bi ser baregehên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê û Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê yên li sînorê Hewlêr, Koye û Silêmaniyê daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de ji Parlamentoya Iraqê hat xwestin ku helwesta cidî li ser wan êrîşên moşekî nîşan bide û ji bo rawestandina wan bixebite.

Ji Tirkiye û Îranê jî hat xwestin ku ji bo parastina asayîş û seqamgîriya navçeyê bixebitin û êrîşên xwe yên moşekî yên li ser deverên sînorî yên Herêma Kurdistanê rawestînin.

Fraksiyonên Kurdistanê herwiha xwestin, di civîna sibe sêşemê ya Parlamentoya Iraqê de parlamento helwesteke cidî li ser wan êrîşên moşekî nîşan bide û ji bo parastina serweriya axa Iraqê bixebite.

Di daxuyaniyê de, ji Neteweyên Yekbûyî, Amerîka û civaka navdewletî jî daxwaz hat kirin, helwesta wan hebe û sîstema berevaniya moşekî ji bo asmanê Iraqê dabîn bikin bi mebesta parastina axa Iraqê.