Îran: Êrîsa me ya bersivdana êrîsa balyozxanayê temam bû!
PeyamaKurd- Li gorî ragihandina ajansa IRNA ya Îranê ku dispêre çavkaniyên ewlehiyê êrîşa şeva borî bi ser Îsraîlê de hatibû destpêkirin bidawî bûye.
Nûnerê Daîmî yê Îranê li Neteweyên Yekbûyî (NY) Seîd Îrevanî daye xuyakirin, êrîş bi encam bûye û heger Îsraîl hemleyeke nû ya êrîşê bide destpêkirin wê bersiva wan hîn girantir bibe.
Nûnertiya Îranê daye xuyakirin ku ji bo niha bersiva êrîşa Îsraîlê ya ser balyozxaneya Şamê hatiye encamdan û ger Îsraîl xetayekê bike jî wê bersiva Îranê hîn girantir be.
Li aliyê din Îsraîlê ragihandiye ku hemû moşek û dronên Îranê beriya bigihin nav erda Îsraîlê bi hevkariya hêzên hevpeymanan hatine xistin û zirara êrîşê li ser Îsraîlê çênebûye.
Îsraîlê daye xuyakirin ku êrîş bi awayekî serkeftî hatiye têkşikandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin