Îran: Mafê me yê bersivdana êrîsa Samê ya Îsraîlê parastiye

20 January 2024 23:07 0 dîtin
Îran: Mafê me yê bersivdana êrîsa Samê ya Îsraîlê parastiye

PeyamaKurd – Wezareta karên derve ya Îranê ragihand ku Îran mafê bersiva êrîşa Îsraîlê ya ser Şamê parastî dihêle. Sedema Îran vê daxwuyaniyê da ew bû ku Îsraîlê li Şamê devera Mezzeyê êrîş biribû ser avahiyekî û tê de 4 leşkerên Îranê kuştibû.

Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê Nasir Kenanî êrîşa Îsraîlê şermezar kir û got:

“Îsraîl çend care îhlala yekîtiya axa Sûriyê dike û êrîşê hedefên li Sûriyê dike. Van kiryar ên provokatîf bêçareyî û qelsiya Îsraîlê nîşan didin. Êrîşa Îsraîlê ya ser Şamê ya ku di wesfê terorê de ye, sûc e. Divê Neteweyên Yekgirtî, dezgeyên herêmê û navdewletî êrîşê şermezar bikin û bertek nîşanî Îsraîlê bidin.

Leşkerên Îranê li ser daweta Sûriyê ya fermî weke şêwirmend li Şamê dixebitin, li Sûriyê ji bo aştî, aramî û îstîqrarê rola wan mezin bû û rola xwe dewam dikin.”