Avahiya AKPê ya li Edeneyê rastî êrîsê hat

20 April 2023 19:42 0 dîtin
Avahiya AKPê ya li Edeneyê rastî êrîsê hat

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro 20ê Nîsanê avahiya Ak Partî ya Çukurova ya Edeneyê rastî êrîşeke çekdarî hat.

Li gorî zanyariyên medya Tirk, kesekî di destê wî de tiving hebû, çûye ber avahiya AKPê û 12 caran gule reşandiye ser.

Hat diyarkirin ku ew avahî ji ber erdhejê hatibû valakirin, lê flamayên partiyê li ser hebûn.

Kesê gumanbar ji aliyê polîsan ve hat desteserkirin ku lêpirsîna wî dewam dike.

Cîgirê Serokê Giştî yê AKPê Erkan Kandemir, li ser medya civakî êrîşa ser avahiya AKPê şermezar kir.

Hêjayî gotinê ye, ji destpêka kampanyaya hilbijartinên 14ê Gulanê ve êrîşên bi guleyan li ser avahiyên partiyan çêdibin ku li Stenbolê avahiyên CHP û IYIPê jî rastî êrîşên çekdarî hatibûn.