Depoya genim a Kobaniyê rastî êrîsê hat: 300 ton genim sewitî

22 December 2024 08:58 0 dîtin
Depoya genim a Kobaniyê rastî êrîsê hat: 300 ton genim sewitî

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku ji aliyê balafireke bêmirov a Tirkiyê de, depoya genim a li Başûrê Kobaniyê bûye armanc û 300 ton genimê depokirî telef bûye.

Li gorî çavkaniyên herêmê, li ser rêya bajarê Sirînê depoya genim ji aliyê balafireke bêmirov ve hate bombebaran kir. Rêveberiya Xweser ragihandiye ku di encama êrîşê de 300 ton genimê depokirî telef bûye û êdî nayê bikaranîn.

Çavkaniyan diyar kiriye di êrîşeke ziyaneke canî çênebûye û agirê bi depoya genim ketiye jî ji aliyê tîmên agirkujiyê ve hatiye vemirandin.