Depoya genim û stasyona elektrîkê hat bombebarankirin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku balafirên bêmirov ên Tirkiyeyê depoya genim û stasyona elektîkê bombebaran kiriye.
Li gorî medyayên nêzîkî Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê, li bajarê Cirniyê yê Tebqayê yê Rojavayê Kurdistanê depoya genim û stasyona elektrîkê hatiye bombebarankirine.
Heman çavkanî radigihînin ku balafirên bêmirov ên dewleta Tirk li bajarê Cirniyê yê Tebqayê depoya genim a Xatûniye û stasyona elektrîkê dane ber bombeyan.
Derbarê ziyanên madî û canî de heta niha tu hûrgilî nehatine belavkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin