Li Girê Spî depoya genim hat talan kirin: Kîlo bi 25-30 lîre difirosin Tirkiyê
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku piştî çekdarên cîhadî yên girêdayî Tirkiyê yên paramilîter ketine bajarê Girê Spî heman wekî Efrînê dest bi dizî û talanê kirine.
Li gorî ragihandina çavkaniyên herêmê, komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê, xêr û bêrê xelkê Girê Spî didizin û dişînin Tirkiyê.
Li gorî zanyariyan, çekdarên girêdayî Tirkiyê piştî ku ketin gundê Dehlîz ê Girê Spî, dest bi talankirina depoyên genim ên gund kirine ku di wê depoyê de 11 hezar û 400 ton genim hebû.
Çavkaniyên herêmê dibêjin, çekdar her kîloyeke genim, bi 25 an 30 lîreyên Sûriyê difiroşin û derbasî Tirkiyê dikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin