Rojava | Çekdaran li Serê Kaniyê du girên sûnwarî talan û wêran kirin

05 April 2022 14:15 0 dîtin
Rojava | Çekdaran li Serê Kaniyê du girên sûnwarî talan û wêran kirin

PeyamaKurd – Çekdarên koma El-Hemze yên girêdayî artêşa Tirkiyê, li bajarê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê ku hatiye dagirkirin, du girên şûnwarî talan û wêran kirin.

Çavkaniyên xwecihî ragihandine ku 4ê Nîsanê li başûrê bajarê Serê Kaniyê, çekdarên koma el-Hemze ya bi ser Tirkiyê ve girên şûnwarî yên Til el-Deheb û Til el-Fixêriye li gundê Til Hisan bi armanca talankirinê wêran kirine.

Hat diyarkirin, çekdaran ji bo dîtina tiştên dîrokî li herdu girên şûnwarî dest bi kolandinê kirine û bi wê yekê herdu cihên dîrokî wêran kirine.

Bajarê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê xwedî dîroka hezar salan e û di serdemekê de navê Waşokanî bûye paytexta dewleta Mîtanîyan.

Bajarê Serê Kaniyê û Girê Spî yên Rojavayê Kurdistanê di sala 2019an de ji aliyê Tirkiye û komên çekdarên opozîsyona Sûriyê ve hatine dagirkirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye, çend roj berê jî li Efrînê komên çekdar li navçeyên Basûtê, Tirindê, Bîrê û Ciwîqê û hin cihên din, 7 girên şûnwarî ji bo talanê wêran kiribûn.