Serêkaniyê | Çekdaran bi ser malekê de girt 2 ji wan mesîhî 4 kes revandin
PeyamaKurd - Li bajarê Serêkaniyê yê Rojavayê Kurdistanê çekdarên bi ser Tirkiyê ve avêtin ser malekê û 4 kes revandin.
Li ser serdegirtina çekdaran vîdyoyek hatiye belavkirin ku tê de xuya dike ku çekdaran avêtine ser malekê û sivakatî li wan kesên di malê de ne kirine.
Çekdar dema serdegirtinê navên wan dipirsin û pere ji wan dixwazin û piştre jî 4 kes tên girtin ku 2 ji wan Mesihî ne.
Bajarên Serêkaniyê û Girêspî, Cotmeha sala 2019an piştî êrîşeke berfireh a artêşa Tirkiyê û komên çekdarên bi ser wê ve hatibûn dagirkirin ku ji wê demê ve tevî koçberkirina bi de he hezaran kesan, gelek êrîş û binpêkirin li ser xelkê wan têne kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin