‘150 DAISî ketin nav bajarê Girê Spî û dest bi talanê kirin’
PeyamaKurd – Li gorî ragihandina çavkaniyên herêmê, li bajarê Girê Spî yê ku piştî êrîşa Tirkiyê niha tê de çekdarên girêdayî artêşa Tirkiyê yên tundrew hatine bicihkirin, kiryarên dijmirovî jî li hember xelkê sivîl hatine destpêkirin.
Hat zanîn ku çekdarên girêdayî Tirkiyê ku xwe wekî Artêşa Netewî ya Sûriyê (ANS) bi nav dikin, li Girê Spî qedexeya cixarê, lixwekirina çarşefê û qedexeya derketina derve li jinan ferz kirin.
Dîsa çavkaniyên herêmê radigihînin ku emîrekî DAIŞê yê berê bi navê El Zexîr tevî 150 endamên DAIŞê ketiye nav bajarê Girê Spî û dest bi kiryarên dijmirovî û talanê kirine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin