Li bajarê Mûsê trên û kamyonet li hev ketin: 1 mirî û 1 birîndar
PeyamaKurd – Li bajarê Mûşê trêna ku sefera navbera Mûş-Xarpêtê (Elazığ) dikir, li gundê mûşê yê bi navê Alîzûrûmê (Tandoğan) bi kamyonetekî re li hev ketin û di encamê de kesekî mir û yek jî birîndar bû.
Li ser rûdanê, tîmên tendursitiyê, AFAD, îtfaiye, polîs û cendirman çûn ciyê bûyerê. Özmen Tuğlacı û Ömer Tuğlacı, di kamyonetê de asê mabûn û tîm wan ji kamyonetê derxistin.
Birîndaran birin nexweşxana dewletê ya bajarê Mûşê lê Özmen Tuğlacı li nexweşxanê can da.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin