Li Mûsê trênê li barhilgira gamês tê de bûn xist: 2 kesan can da, gelek ajal mirar ketin

02 February 2024 20:04 0 dîtin
Li Mûsê trênê li barhilgira gamês tê de bûn xist: 2 kesan can da, gelek ajal mirar ketin

PeyamaKurd – Hate kragihandin ku îro 2yê Sibatê li bajarokê Norşînê yê bajarê Mûşê yê Bakurê Kurdistanê treneke rêwiyan û barhilgireke ku ajal tê de bûn li hev ketin.

Di vê bûyera trafîkê de 2 kesan can da, 2 kes jî birîndar bûn û hejmareke zêde ya ajalan mirar bûn.

Li bajarokê Norşînê yê Mûşê barhilgira ku barê wê gamêş bûn û treneke rêwiyan a ji Xarpêtê diçû Tetwanê li hev qelibîn û di encamê de, 2 kesên di barhilgirê de can dan û ajakorê barhilgirê jî bi giranî birîndar bû.

Kesên birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Mûşê û kesên can dane jî birin morga nexweşxaneyê. Lêkolîna li ser bûyerê dewam dike.