Trênê li dê û 2 zarokên wê xist, her sê jî mirin û bav giran birîndar bû

30 August 2024 20:31 0 dîtin
Trênê li dê û 2 zarokên wê xist, her sê jî mirin û bav giran birîndar bû

PeyamaKurd – Li bajarê Meletiyê li navça Battalgaziyê li taxa Ağılyazıyê dema motora eşêfê di ser rêya hesin de derbas dikirin ku derbasbûna di wir de qexeye, trêna bar ya ku ji Meletiyê diçû Xarpêtê (Elazığ) li motorê xist. Di encamê de, dê û her dû zarokên wê mirin.

Malbat, ji nav baxçê xwe derdiket û diçû mala xwe û dema gihan ser rayên trênê, trênê li wan xist. Dê ya bi navê Leyla Acar û her dû zarokên wê Esma û Muaz li nexweşxanê mirin û bav yê bi navê Orhan Acar giran birîndare û niha li nexweşxanê derman dibe.

Li ser bûyerê, tîmên AFADê, UMKE, ambûlans, îtfaiye û cendrimeyan tev çûbûn ciyê bûyerê.