Li bajarê Bedlîsê Tirekî û otobus li hev ketin: 2 kes birîndar bûn

20 February 2025 21:31 0 dîtin
Li bajarê Bedlîsê Tirekî û otobus li hev ketin: 2 kes birîndar bûn

PeyamaKurd – Li bajarê Bedlîsê ji ber barîna berfa zêde û cemedê Tırekî û otobusekî li hev ketin. Di qezayê de 2 kes birîndar bûn. Qeza li ser rêya Bedlîsê û Tetwanê çêbû.

Tîmên 112an yên tenduristiyê her 2 birîndarên bi navên Y.B.Y. (19) û E.K. (32) birin nexweşxana dewletê ya Bedlîsê.