Li bajarê Bedlîsê 10 koçber û 2 organîzator hatin girtin
PeyamaKurd – Li gundewarên bajarê Bedlîsê 10 koçberên Afganî yên ku di rêya qaçax de çûbûn heya bajarê Bedlîsê, bi 2 organîzatorên ku mirovan bi qaçaxî derbas dikin heya welatên Ewrûpayê, ji aliyê tîmên cendirmeyên alaya Bedlîsê de hatin desteserkirin.
Parêzgeha bajarê Bedlîsê ragihand ku xebatên wan yên bo berlêgirtina koçberan dewam dike.
Operasyona navborî di 17-18ê Adarê de hat kirin. Piştî organîzatoran bi koçberan ve derxistin dadgehê, dadgeh organîzatoran şand zîndanê û koçberan dersînor kir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin