Li bajarê Bedlîsê 69 koçber hatin girtin
PeyamaKurd – Li Kurdistana Bakûr li bajarê Bedlîsê kamyona ku koçberan hildigirt, hêzên cendirmeyan xwestin kamyonê bidin rawestandin û kontrol bikin lê kampon nesekinî û paşî hêzên cendirmeyan kamyonê ji noqteya kontrolê dûr dan rawestandin. Di kamyonê de 69 koçber hatin desteserkirin û kesekî ku koçberan dibir derbasî Awrûpayê dikir hat girtin.
Li gor ragihandina parêzgeha Bedlîsê hêzên cendirmeyan li ser rêya Bedlîs û Baykanê erebê dane sekinandin, di kontrola kamyonê de 24 Bangladeşî, 39 Afxanistanî, 6 Pakistanî û kesê ku koçberan dibir hatine desteserkirin.
Li ser muxalefeta li dijî qanûna 6458 ê bo her koçberekî 4.350 lîra ceza hatiye dayîn û paşî wan teslîmê rêvebiriya daîra koçberan kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin