Li bajarê Bedlîsê otobusekî û TIR lihev ketin: 34 birîndar

25 April 2019 21:28 0 dîtin
Li bajarê Bedlîsê otobusekî û TIR lihev ketin: 34 birîndar

PeyamaKurd- Li bajarê Bedlîsa bakûrê Kurdistanê li navçeya Tetwanê otobusekî û TIR ekî li hev ketin û di encamê de 34 kes birîndar bûn. Qeza, siet li dora 4.30 yê piştî nîvro çêbû.

Di qezayê de piştî otobus qelibî û birîndar çêbûn, ambulans çûn ciyê bûyerê û birîndaran birin nexweşxaneyên dewletê yên Bedlîs û Tetwanê. Polîs li ser qezayê lêpirsîna xwe dewam dike.