Li Bedlîsê mînîbus û otomobîlekî lihev ketin: 1 mirî û 4 birîndar

25 March 2022 22:36 0 dîtin
Li Bedlîsê mînîbus û otomobîlekî lihev ketin: 1 mirî û 4 birîndar

PeyamaKurd – Li bajarê Bedlîsê li navça Tetwanê mînîbusekî û otomobîlekî lihev ketin û di encamê de 1 kes jiyana xwe ji dest da û 4 kes birîndar bûn. Qeza ber destê êvarê çêbû û ajotvanê otomobîlê Kevi Toksun li ciyê qezayê wefat kir. Di heman alavê de Fırat Toksun, İsmail Toksun, Ceylan Toksun û ajotvanê mînîbusê Bahattin Durmuş birîndar bûn.

Kesên di alavê de asê mabûn, ji aliyê tîmên cendirmeyan, AFAD, UMKE, 112 û îtfaiyê de hatin derxistin. Birîndaran birin nexweşxanên Bedlîsê û Tetwanê. Cenazê Kevi Toksun jî birin morga nexweşxanê.