Li Sêwrekê otomobîlekî û TIR ekî lihev ketin: 5 birîndar

25 December 2021 22:25 0 dîtin
Li Sêwrekê otomobîlekî û TIR ekî lihev ketin: 5 birîndar

PeyamaKurd – Li bajarê Rihayê li navça Sêwerekê di km ya 20 an ya ber bi Rihayê de, TIR ekî û otomobîlekî lihev ketin û di encamê de ji heman malbatê 5 kes birîndar bûn. Di encama qezayê de otomobil ji ser rê ket nav arazî.

Di qezayê de Cuma B. (53), Hatice B. (51), Yonca B. (27), Hüseyin B. û Hasan B. birîndar bûn. Tîmên 112 yên tenduristiyê birîndaran birin nexweşxana dewletê ya Sêwerekê.