Mînîbusên karkeran hildigirtin lihev ketin: 11 birîndar
PeyamaKurd – Li Mêrdînê li ser rêya Qoserê li devera Sanayiya Organîzê mînîbusa ku karkeran hildigirt ji paş de li mînubusekî dinê xist. Di qezayê de ajotvanên mînîbusan Sedat Polat û Abdurrahim Gümüş bi 9 karkeran ve birîndar bûn.
Tîmên tenduristiyê birîndaran birin nexweşxanên li navçên Artûkliyê û Qoserê. Ji birîndaran rewşa 2 kesan baş nîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin