Li Sêweregê 2 kamyonetên ku karkerên çandiniyê hildigirtin li hev ketin: 20 birîndar

20 October 2023 23:03 0 dîtin
Li Sêweregê 2 kamyonetên ku karkerên çandiniyê hildigirtin li hev ketin: 20 birîndar

PeyamaKurd – Li bakûrê Kurdistanê li navça Sêweregê ya bi ser bajarê Rihayê 2 kamyonetên ku karkerên çandiniyê hildigirtin li hev ketin û di encamê de 20 kes birîndar bûn. Qeza dema ji Sêweregê ber bi Qerejdaxê de diçin, di km ya 15an de çêbû.

Li ser qezayê tîmên tendursitiyê birîndaran birin nexweşxana dewletê ya Sêweregê. Di nav birîndaran de 2 kes birînên wan xedarin û wan birin nexweşxana bajarê Rihayê.

Li ser qezayê qeymeqamê Sêweregê Musa Aydemir çûye nexweşxanê, seredana birîndaran kiriye û li ser bûyerê lêkolînê daye destpêkirin.