Dolmîsa karkerên çandiniyê tê de bûn qelibî: 2 karkeran can dan
PeyamaKurd – Dolmîşa karkerên çandiniyê tê de bûn qelibî û 2 karkeran can dan û 17 karker jî birîndar bûn.
Li gor zanyariyan, dolmîşa karkerên çandiniyê ku karkeran ji taxa Muratli ya bi ser navçeya Serêkaniyê ya Rihayê ve dibir Deşta Qoserê, li taxa Buyuk Bogaziyê qelibî. Piştî qezayê tîmên tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Ji karkeran Furkan Kalemlî (15) û Hasret Kuş (20) li cihê bûyerê can dan û 17 kes jî birîndar bûn.
Herwiha hat zanîn, birîndar rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê û nexweşxaneyên taybet ên li navçeyê. Her du karkerên mirin jî rakirin morga nexweşxaneya dewletê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin