Li Rihayê otobûsa karkeran li TIRê qelibî: 15 kes birîndar bûn

06 October 2020 15:44 0 dîtin
Li Rihayê otobûsa karkeran li TIRê qelibî: 15 kes birîndar bûn

PeyamaKurd - Li bajarê Riha yê Bakurê Kurdistanê otobûsa karkeran a li Herêma Pîşesazîya bajêr li barhilgirekê qelibû û 15 karker birîndar bûn.  

Hat zanîn ku servîsa karkeran a ku  karker dibirin herêma pîşesaziyê li TIRekê qelibî û wergeriya.

Herwiha du otobûsên servîsên karkeran ên din jî li wesayîta qeza kiribû qelibûn û bi giştî di qezayê de 15 karker birîndar bûn û ew bo nexweşxaneya bajêr hatin veguhestin.