Otobûsa Diyarbekirê li TIRê qelibî: 30 kes birîndar bûn

18 August 2019 11:43 0 dîtin
Otobûsa Diyarbekirê li TIRê qelibî: 30 kes birîndar bûn

PeyamaKurd - Otobûsa rêwiyan a ku ji Stenbolê diçû Diyarbekirê li aliyê Çiyayê Bolu yê Duzceyê li barhilgirekê (TIR) qelibî û 3 ji wan bi xedarî 30 kes birîndar bûn.

Hat zanîn ku îro beyaniyê otobûsa Diyarbekirê ji paş ve li TIR a ku di heman otorêyê de diçû qelibî ye û 30 rêwiyên otobûsê birîndar bûne.

Piştî qezayê tîmên agirvemirandin, tenduristî û ewlekariyê gihîştine cihê bûyerê û hewil didin ajokarê otobûsê yê asê maye rizgar bikin.

Li gorî zanyariyan rewşa 3 birîndaran xedar e.