Li Diyarbekirê 33 otomobîl li hev qelibîn: Gelek kes birîndar bûn

21 December 2024 14:48 0 dîtin
Li Diyarbekirê 33 otomobîl li hev qelibîn: Gelek kes birîndar bûn

PeyamaKurd – Li Diyarbekirê di 3 qezayên cuda de 21 kes birîndar bûn.

Li Diyarbekirê li sere rêya sereke ya Diyarbekirê-Xarpêtê ji ber mijê û bandorên neyînî yên keşûhewayê 13 otomobîl li hev qelibîn.

Li ser agahdarkirinê polîs, cendirme û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Li gorî zanyariyan di qezayê de 8 kes birîndar bûn.

Her weha li navçeya Bismilê ya Diyarbekirê jî 2 otomobîl, mînîbusek û komyonetek li hev qelibin û di encamê de 7 kes birîndar bûn.

Li aliyê din li nav bajarê Diyarbekirê jî 16 otomobîl li hev qelibîn û di wê qezayê de jî 6 kes birîndar bûn.

Tîmên tenduristiyê birîndar rakirin nexweşxaneyên cuda yên Diyarbekirê.