Li Diyarbekirê felaket! Kamyonet û mînîbus li hev qelibîn û sewat derket: 11 birîndar!

05 October 2024 09:44 0 dîtin
Li Diyarbekirê felaket! Kamyonet û mînîbus li hev qelibîn û sewat derket: 11 birîndar!

PeyamaKurd – Li ser rêya bejahî ya Diyarbekir-Ferqînê kamyonet û mînîbuseke ku nav û plaqeya şofêran nehat zanîn li hev qelibîn. Di qezaya ku pêk hat de 2 jê zarok 11 kesên di mînîbusê de bûn birîndar bûn.

Piştî qezayê wesayitan ji beşa motorê agir pê ket û şewitîn. Li ser agahdarkirinê ekîbên tenduristiyê, îtfaiye, cendirme û polîs sewqî herêmê kirin. Piştî alîkariya ewil birîndar ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneyên derdorê.

Şewat hat kontrolkirin û bi mudaxeleya tîmên agirkujiyê hat vemirandin.

Hat hînbûn ku rewşa tenduristiya kesên birîndar baş e, derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.