Bolîvya | Otobus û mînîbusekê li hev qelibîn: 25 mirî, 26 birîndar

04 March 2025 16:20 0 dîtin
Bolîvya | Otobus û mînîbusekê li hev qelibîn: 25 mirî, 26 birîndar

PeyamaKurd – Li Bolîvyayê otobûsek û mînîbûsek li hev qelibîn 25 kesan canê xwe ji dest da, 26 kes jî birîndar bûn.

Dozgerê Herêma Potosiyê ya Bolîvyayê Gonzalo Aparicio ragihand ku otobûsa rêwiyan a ji bajarê Oruroyê bi rê ket, di rêya navbera Potosî û Oruroyê de li mînîbusekê qelibiye û diyar kir di bûyerê de 25 kesan canê xwe ji dest da, 26 kesên din jî birîndar bûn.

Hat ragihandin ku derbarê bûyerê de lêkolîn hatiye dest pê kirin.