Çewlîg | Otobus û otomobîl li hev qelibîn

04 February 2025 12:50 0 dîtin
Çewlîg | Otobus û otomobîl li hev qelibîn

PeyamaKurd – Li bajarê Çewlîgê otobusa rêwiyan û otomobîlek li hev qelibîn, 2 jê giran 4 kes birîndar bûn. Piştî midaxeleyên ewil birîndar ji bo dermankirinê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Çewlikê.

Qeza di saetên êvarê de li ser riya Çewlîg-Mûşê, li cihê Îdareya Taybet a Parêzgehê pêk hat.

Otobusa rêwiyan a bi plakeya 60 BB 460 ku navê şofêrên wê nehat zanîn û otomobîla bi plakeya 12 T 0052 li hev qelibîn. Di qezayê de 4 kesên birîndar bûn ku di otomobîlê de bûn.

Piştî midaxeleyên ewil birîndar ji bo dermankirinê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Çewlîgê. Hate ragihandin ku rewşa tenduristiyê ya 2 birîndaran giran e û derbarê qezayê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.