Li Diyarbekirê otomobîla ji kontrolê derket li otomobîlên rawestayî qelibî: 9 birîndar

19 May 2023 09:32 0 dîtin
Li Diyarbekirê otomobîla ji kontrolê derket li otomobîlên rawestayî qelibî: 9 birîndar

PeyamaKurd Li navçeya Kayapinara Diyarbekirê otomobîlek li du otomobîlên rawestayî qelibî. Di qezayê de 7 jê zarok 9 kes birîndar bûn.

Li navçeya Kayapinara Diyarbekirê maşîneya ku tê de 10 kes tê de bûn, di encama qezaya ku ajokarê dîreksiyonê de ji dest da, li du maşînên parkkirî qelibî.

Di qezayê de 7 jê zarok 9 kes bi sivikî birîndar bûn.

Welatiyên derdorê alîkariya birîndaran kirin ku ji wesayîtê dakevin û rewş, ji Navenda Telefonên Lezgîn a 112an re ragihandin.

Hejmarek zêde ambulans û polîsên trafîkê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Birîndar piştî ku di ambulansê de alîkariya ewil hat kirin rakirin nexweşxaneyên li bajêr.

Derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.