Li Farqîna Diyarbekirê sewat derket
PeyamaKurd – Şewata pirêza ku li navçeya Farqînê ya Diyarbekirê derket, ji ber bandora bayê li qadeke berfireh belav bû.
Şewata ku di encama şewata pirêza li taxên Tekel û Selahattîn ên navçeya Farqîn a Diyarbkirê destpê kir bi lez belav bû.
Ji ber ku şewat di bin bandora bayê de mezin bû û belav bû, bertekên îtfaiyeyê li hember şewatê têrê nekir. Ji navçeyên Bismil û Hezroyê hêz şandin qada şewatê.
Di daxuyaniya Şaredariya Farqînê de hat diyarkirin ku şewat hatiye kontrolkirin. Li gorî daxuyaniya şaredariyê bi hezaran donim erd şewitiye.
Di daxuyaniya ku bi îmzeya Hevserok Sevîm BÎÇÎCÎ û Kadrî ESEN hate weşandin de ev tişt hatin gotin:
“Şewata mezin a ku di saetên êvarê de li gundê Korîk ê navçeya me derketibû, tevî hewldanên dijwar ên gundî û tîmên agirkujiyê li qadeke berfireh belav bû. Di encama şewatê de nêzî 2 hezar dekar erd zirar dît.
Hevşaredar Kadrî Esen, endamên meclisa şaredariyê û ekîbên agirkujiyê bi lez hatin cihê bûyerê û mudaxaleyî şewatê kirin. "Karê hevrêziya rayedaran ji bo pêşîgirtina li belavbûna agir bi bandor bû."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin