Li Farqîna Bakûrê Kurdistanê sewat derket bi dehan donim sewitîn

04 August 2020 13:28 0 dîtin
Li Farqîna Bakûrê Kurdistanê sewat derket bi dehan donim sewitîn

PeyamaKurd - Li Farqîna Diyarbekirê ya Bakurê Kurdistanê li gundê Xapa, Mala Hirmo û Çiyayê Hecî Çerkez şewat li daristanê derket û bi dehan donim şewitîn.

Li herêma gundê Xapa, Mala Hirmo û Çiyayê Hecî Çerkez ên girêdayî navçeya Farqînê ya Diyarbekirê, çend roj in agir bi daristanê ketibû û bi mudaxileya gundiyan do ew agir hat vemirandin.

Li gor gundiyan ragihand, şewat bi zanebûnî bi daristanê hatiye xistin. û gundiyan bi derfetên xwe agir temirandine. Herwiha gundiyan ragihand ku ji ber agir bi sedan donim şewitiye. 

Salên berê jî li vê herêmê şewat derketibû, dar û devî şewitîbûn.