Li gundê Bedlîsa Bakurê Kurdistanê sewat derket

08 August 2020 14:10 0 dîtin
Li gundê Bedlîsa Bakurê Kurdistanê sewat derket

PeyamaKurd - Li gundê Bedlîsa Bakurê Kurdistanê şewat derket. Ji ber agirkujan destekarî şewatê nekirin, şewat li goristana gund belav bû. 

Li gundê Oleka Jor a Bedlîsê, şewat derket. Hat diyar kirin, gundê Goristana Xerzanê lê bû, di destpêkê de balafira keşfê lê firiyaye. Welatiyên li gund dijîn dan zanîn,  şewat belavî goristana gund bûye. 

Li gor gundiyan dan zanîn, wan bangî ekîbên agirkuj kirine, lê kesek nehatiye destekariya şewatê nekiriye û wiha gotin, “Em nizanin çawa şewat derket. Berî ku şewat rû bide, balafireke keşfê li herêmê difiriya. Dibe ku sedama şewatê balafira keşfê be. Em ji ber şewatê nikarin bikevin gundê xwe.”

Niştecihên gundê Oleka Jor, ji bo şewata berfireh dibe banga alîkarî û piştevaniyê kirin. 

Berê jî, li navçeya Lîcê ya Amedê, goristana kesên di şer de jiyana xwe ji dest dabûn hatibû şewitandin.