Li gundê Erban ê Mêrdîna Bakurê Kurdistanê sewat derket
PeyamaKurd - Do danê nîvro agir bi zeviyên gundê Erban yê navçeya Qoserê ket û bi qasî 500 donim zevî şewitîn.
Li gundê Erban yê Qosera Mêrdînê agir bi zeviyan ket. Şewata ku danê nîvro saet li dor 12:00'an dest pê kir, bi mudexeleya xebatkarên agirkujê û gundiyan hat temirandin. Ji ber şewatê 500 donim zevî şewitî.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin