Gundê herî qelebalix û herî xewle yê Bakurê Kurdistanê eskere bû...
PeyamaKurd – Li gorî amarên Saziya Amaran a Tirkiyê (TUÎK) serjimêriya Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bi giştî gihîştiye 84 milyon û 680 hezar û 273 kesan. Li gorî heman amaran di asata Tirkiye û Bakurê Kurdistanê de, gundên herî qelebalix û herî xalî (xewle) yên li Bakurê Kurdistanê jî eşkere bûn.
TUÎK li ser amarên ku ji Rêvebiriya Nifûsê berhev kirine eşkere kir ku serjimariya Bakurê Kurdistan û Tirkiyê di sala 2021ê de li gorî 2020an milyonek û 65 hezar û 911 kes zêde bûye û derketiye 84 milyon û 680 hezar û 273 kesan.
Herwiha hejmara kesên ku li bajar û navçeyan dijîn bûye 78 milyon û 908 hezar û 631 kes û kesên ku li navenda bajar û navçeyan dijîn jî ji sedî 93yan gihîştiye ji sedî 93,2yan.
Ji bilî 30 bajarên mezin rêjeya kesên ku li bajarok û gundên bajarên din dijîn jî ji sedî 7an daketiye ji sedî 6,8an
Bajarê ku nifûsa wê herî zêde ye bi 15 milyon û 840 hezar û 900 kesan Stenbol e û bajarê ku nifûsa wê herî kêm e jî bi 39 hezar û 130 kesan bajarê Erdexanê ye.
Herwiha serjimariya gundiyan herî zêde li Afyonkarahîsarê ye, ya herî kêm jî li Dêrsimê ye.
TUÎKê eşkere kiriye ku li ser asta Bakurê Kurdistan û Tirkiyê gundê ku nifûsa wê herî zêde ye bi 6 hezar û 90 hezar kesan gundê Baska yê navçeya Cizîra Şirnexê ye, gundê Lêrdeyê yê Bedlîsê jî gundê ku nifûsa wê herî kêm e ku sala borî tenê kesek li wî gundî niştecih bû.
Piştre jî gundê Zeydikan ê navçeya Silopî yê Şirnexê gundê duyem ê herî xalî ye ku tenê 2 kes li wî gundî dimînin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin