Çîn, navdariya xwe ya ‘welatê herî qelebalix’ ji dest dide

11 April 2023 15:30 0 dîtin
Çîn, navdariya xwe ya ‘welatê herî qelebalix’ ji dest dide

PeyamaKurd- Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku Hindîstan dê di dawiya meha nîsanê de bibe welatê herî qelebalix ê cîhanê. Bi vê yekê jî dê navdariya Çînê ya di vî warî de jî derbasî Hindîstanê bibe.

Ji aliyê rayedarên Neteweyên Yekbûyî ve hat ragihand ku Hindîstan dê nav 2 hefteyên pêş de bi ser Çînê bikeve û bibe welatê herî qelebalix ê cîhanê. 

Serjimêriya ku ji 10 salan carekê li Hindîstanê tê kirin, ji ber belavbûna Covid-19ê, ji bo îsal hatibû bipaşxistin. Tê payîn ku serjimêra Hindîstanê, bigihîje 1,4 milyaran.

Li ser kêmbûna serjimêra Çînê jî pispor diyar dikin ku ji ber polîtîkaya "yek zarok" a ku Çînê, di navbera salên 1979 û 2016an de sepandiye, lêçûnên zêde yên jiyanê û perwerdehiyê û polîtîkaya tund a "sifir Covid" ya ku di 3 salên dawî de hatiye sepandin pêk tê.