Efrîn | Dorpêça gundê Kaxraxê didome: Herî kêm 15 jin rakirin nexwesxaneyan

18 September 2024 11:46 0 dîtin
Efrîn | Dorpêça gundê Kaxraxê didome: Herî kêm 15 jin rakirin nexwesxaneyan

PeyamaKurd – PeyamaKurd – Li gundê Kaxrax ê Efrînê ku du roj in ji aliyê komên çekdar ve hatiye dorpêçkirin, gelek jin piştî xwepêşandana nerazîbûnê rastî êrîşa çekdaran hatin. Hate ragihandin ku aloziya li gund hîn jî dewam dike.

Piştî dorpêçkirina gundê Kaxrah û lêdana jinên ku xwepêşandana aştiyane ku ji ber ferzkirina bacê li ser xwediyên daran û wergirtina pereyên zêde ji aliyê Ebû Sirac birayê Mihemed El-Casim Ebû Emşa yê girêdayî koma Sultan Şah a Tirkmen alozî derketibû.

Herwiha li gorî çavkaniyan, bi fermana rayedarên Tirk bi reşandina fîşekên rast bi ser xwepêşanderên jin de, zêdetirî 15 jin birîndar bûn ew bo nexweşxaneyê hatin veguhestin.

Komên çekdar înterneta gund qut kirin û alavên ragihandinê yên gundiyan hatin komkirin da ku dîmenên bûyerê negirin ku hîn jî hejmara kuştî û birîndarên êrîşa du roj berê bi zelalî nayê zanîn.

Li gorî çavkaniyên PeyamaKurd ev binpêkirin her roj li hemû deverên Efrînê û derdora wê rû didin ku kuştin, îşkencekirin, dizîna şûnwarên kevnar û derxistina hemû cihên arkeolojîk ên bi hezaran sal berê berdewam dikin.