Dorpêça li ser Kaxura Efrînê didome: 20 kes birîndar bûn

17 September 2024 15:57 0 dîtin
Dorpêça li ser Kaxura Efrînê didome: 20 kes birîndar bûn

PeyamaKurd - Koma çekdar a Emşatê ku girêdayî Tirkiyeyê ye û yek ji komên çekdar ên ku Efrîna Rojavayê Kurdistanê dagir kiriye, li gundê Kaxurê yê Efrînê, li dijî Kurdan binpêkirinên xwe didomîne.

Gundê Kaxurê yê nahiyeya Mabatayê ya Efrînê, ji aliyê çekdarên koma Siltan Silêman Şah (Emşat) ve hatiye dorpêçkirin.

Ji ber zordestiya Emşatê, rewşa xelkê Kaxurê aloz e û xelkê gund ji rêxistinên mafên mirovan dixwazin ku bi lezgînî ji zordestiya vê komê re çareyeke baş bibînin.

Ev roja sêyemîn e ku gundê Kaxurê ji aliyê çekdarên Emşatê ve dorpêçkirî ye û şêniyên gund ên Kurd di bin hêriş û zordariya Emşatê de ne.

Jêderek ji gundê Kaxurê ji Rûdawê re ragihand ku çekdarên Emşatê tevî alozî û ziyana li wî gundî kirine jî, hîn bi zorê bacan ji xelkê gund dixwazin.

Jêderan dan zanîn ku çekdarên Emşatê duh jî hêrişî mala keyayê berê yê gund Fayiq Mistefa Axa kirine, kamerayên çavdêriyê û kelûpelên nav malê şikandine û bi lêdanê skence li endamên malbatê kirine.

Li gorî zanyariyên nû, di hêrişa çekdarên Emşatê de, jin û zarok jî di nav de, nêzîkî 20 kes birîndar bûne û çekdaran rê nedaye ku birîndar biçin nexweşxaneyê.

Jêderan ragihandin ku gundê Kaxurê heta niha jî di bin dorpêça çekdarên Emşatê de ye.

Çi bûbû

Malik el-Casim Ebû Sîracê birayê Fermandarê Koma Çekdar a Emşatê Mihemed el-Casim Ebû Emşe, mala endezyarê kurd Adil Ebdû ya li gundê Kaxurê ji xwe re kiriye baregeha leşkerî.

Çekdarên Emşatê roja yekşemê ji gundiyan xwestiye ku peymanekê îmze bikin ku “zeviyên xizmên wan ên ku bi wekaletê di destê wan de ne milkê endamên berê yên Rêveberiya Xweser in.”

Çekdarên Emşatê xwesibûn ku van peymanan bi darê zorê bidin îmzekirin û ji xwe re bikin belge da ku dest deynin ser zeviyên Kurdan.

Hinek şêniyên gund red kirin ku van belgeyan îmze bikin û piştî vê hinek kes hatibûn girtin.

Jinên gund jî li naverasta gund civiyan û ev tegverên çekdaran protesto kirin.

Koma Emşatê jî hêzeke bi qasî 300 çekdaran ku bi serkêşiya Malik el-Casim bû şandibû gund, gund dorpêç kiribû û gule li gundiyan reşandibûn.