Li Efrînê di depoyeke cebilxaneyan de teqîn: Kustî û birîndar hene
PeyamaKurd – Hate diyarkirin ku doh li Efrînê teqînek rû da û di encama teqînê de kuştî û birîndar hene.
Çavdêrîya Sûrî ya ji bo Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku di depoyeke cebilxane ya koma "Mihemed El-Fetîh" de teqînek pêk hat.
Li gorî SOHRê teqîn li nêzî Meclîsa Xwecihî ya Efrînê pêk hatiye.
Di derbarê kuştî û birîndaran de agahiyên zelal nehatin bidestxistin, ekîbên agirkujiyê û gelek ambulans çûn herêma ku teqîn lê pêk hat.
Li gor zanyariyên destpêkê herî kêm endamekî “Mihemed El-Fetîh” hatiye kuştin û yek jî birîndar bûye.
Di 21ê Tebaxa 2024an de li Taxa Eşrafiye ya Efrînê motosîkleteke bombebarkirî teqiya û di encamê de 2 kes birîndar bûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin