Li Efrînê teqîneke bihêz pêk hat: Kustî û birîndar hene
PeyamaKurd – Çavkaniyekî ji nava Efrînê ragihand, îro danê sibehê teqînek bi riya wesayîteke bombekirî li ser rêyaa Raco li nava bajarê Efrînê hat kirin.
Wê çavkaniyê diyar kir, di encama teqînê de û li gor agahiyên destpêkê 8 kesan jiyana xwe ji dest dane û zarok jî di nav de hejmarek welatiyên din ên sivîl jî birîndar bûne.
Ev yek di demekê de ye ku artêşa Sûriyê nêzîkê Idlibê bûye û şer û pevçûn berdewam in, artêşa Tirkiyê rojane hêz û çekên giran wek tank û cebilxane vediguhêze ser sînor û nav axa Sûriyê. Şevê din karwanekî din ê leşkerî bo nav axa Sûriyê hat şandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin