Li Efrînê teqîneke bihêz çêbû, birîndar hene
PeyamaKurd – Îro pêncşemê teqîneke bihêz bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê hejand. Li gor zanyariyên destpêkê, birîndar hene.
Jêderekî ji Efrînê ragihand, îro danê sibê tombîlek li nava Efrînê li nêzîkî folka Maratê teqiyaye û kesek bi giranî birîndar bûye û ziyanên madî gihîştine xaniyên derdora cihê teqînê.
Wî jêderî da zanîn jî, xwediyê otombîlê çekdarekî grûpa Ehrar El Şerqiyê ye û li heman taxê rûniştiye û ew bi xwe bi giranî birîndar bûye.
Wê jêderî amaje bi wê yekê kir, ev bû çend teqînên wiha li Efrînê rû didin û otombîl tên teqandin, ew jî vedigere nakokiyên di navbera grûpên çekdar bixwe de, ku her grûpek otombîlên grûpa din diteqîne û gelek caran xelkê sivîl dibin qurbaniyên van teqînan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin