Li Girê Spî teqîneke bihêz çêbû: Bi kêmanî 10 kustî û 20 birîndar

23 November 2019 13:51 0 dîtin
Li Girê Spî teqîneke bihêz çêbû: Bi kêmanî 10 kustî û 20 birîndar

PeyamaKurd  Li bajarê Girê Spî wesayîteke bombebarkirî hat teqandin û bi kêmanî 10 kes hatin kuştin û 21 kes jî birîndar bûn.

Li bajarê Girê Spî yê Rojavayê Kurdistanê îro saet 10.40î wesayîteke bombebarkirî hat teqandin û li gor zanyariyên destpêkê bi kêmanî 10 kes hatin kuştin û 21 kes jî birîndar bûn.

Di meha Cotmehê de Artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên girêdatî wê ketibûn Girê Spî û ew der kontrol kiribûn.

Heya niha tu alî yan jî rêxistinê berpirsyariya wê teqînê negirtiye ser xwe.